Em ji bo jinan, em ji bo jiyanê şer dikin #ypj #YPG #DefendRojava 👇👇 ypjrojava.net/?p=22429 ypjrojava.net/ar/?p=24520 ypjrojava.net/en/?p=24029

Official Twitter Account for the Women's Defense Units (#YPJ)

Em ji bo jinan, em ji bo jiyanê şer dikin #ypj #YPG #DefendRojava 👇👇 ypjrojava.net/?p=22429 ypjrojava.net/ar/?p=24520 ypjrojava.net/en/?p=24029

Em ji bo jinan, em ji bo jiyanê şer dikin #ypj #YPG #DefendRojava 👇👇 ypjrojava.net/?p=22429 ypjrojava.net/ar/?p=24520 ypjrojava.net/en/?p=24029

Axaftina Berdefka YPJ' ê Ruksen Mihemed derbarê maf û cihê jinê di pêvajoya siyasî ya Sûriyê de YPJ' êdi van 15 salên xebata xwe de roleke dîrokî di pêşxistina jiyana jinan û guhertina hişmendiya civakê de lîstiye. Armanca wê ne tenê parastina leşkerî , lê di heman demê de xebat kiriye ku jin di qadên siyasî, perwerdehî, civakî û leşkerî de xwedî rol û biryarder be. Bi damezrandina YPJ 'ê re, jinan îspat kir ku dikarin xwe biparêzin, rêxistin bikin û di hemû qadên jiyanê de xwedî berpirsiyar bin. YPJ 'ê ji bo jinan bûye dibistana nasîna hebûna xwe, dîroka xwe û mafên xwe. Herwiha, berxwedan û pêşengiya şervanên wê bûye sembola cesaret, azadî û xwebûnê. Îro di pêvajoya siyasî ya Sûriyê de, divê cihê jinê di biryardayînê û rêveberiyê de were misogerkirin. Ji ber ku Jinên Sûriyê xwedî tecrûbe û ezmûnên mezin in û mafê wan heye ku di avakirina paşeroja welatê xwe de bi awayekî çalak beşdar bibin. Di çarçoveya Peymana 29' ê Çileyê de, em dibînin ku Hikûmeta Demkî ya Sûriyê heta niha di warê mafên jinan de gavên têrker neavêtiye û jin di cihên biryardayînê de xwedî roleke baş nînin. Jinên Sûriyê bi giștî, xwedî tecrûbe û ezmûnên mezin in di warê parastin û ewlehiyê de . Piştî gelek danûstandinên ku bi Wezareta Karên Hundirîn re, di demekê sicîlên şervanan hatine rakirin hîn bersiv jî nehatiye dayîn û gavên ku bêne avêtin, dereng dimînin, herî dawî erkên taybet weke YPJ' hat qebûlkirin. Weke togay nehat qebûlkirin, lê weke du tabûr hat qebûlkirin, yek girêdayî Helebê ku Kobanê û Efrînê dihewîne û ya din girêdayî parêzgeha Hesekê ye. Daxwaza me ew e ku maf, hebûn û beşdariya jinan di hemû qadên siyasî û leşkerî de were misogerkirin. #ypj #YPG #DefendRojava 👇👇 ypjrojava.net/?p=22425 ypjrojava.net/ar/?p=24516 ypjrojava.net/en/?p=24025

Şervanên YP ê li Konên Sersaxiyê yên Gerîla Di van rojên pîroz û bi êş de, şervanên Wargeha Parastina Jin – YPJ bi serbilindiyeke mezin û bi girêdaneke xurt bi bîranîna şehîdan re, berê xwe didin konên sersaxiyê. Ew bi çavên tijî birûsk û bi serbilindiyeke bêhempa tevlî merasîmên sersaxiyê dibin ku ji bo bîranîna lehengên HPG,YJA STAR hatine danîn. Dema ku keçên Rojavayê û şervanên YP ê derbasî konê sersaxiyê dibin, silaveke leşkerî ya bi rûmet didin û serê malbatan û hevrêzan ditewînin. Ew nîşan didin ku cilên wan ên cuda ne, lê dilê wan, armanca wan û sondên wan yek in. Di çavên wan de ne tenê şîn heye, lê belê soza tolhildanê û mezinkirina têkoşînê heye. Bi dirûşmên "Şehîd Namirin" û bi tilîliyên dayikan, konên sersaxiyê dibin cihên nûjenkirina soza azadiyê. Li wir, xwîna ku li çiyayan rijiyaye û xwîna ku li bajaran tê parastin, dibin yek û bingeha serkeftina gelê Kurd datînin. #ypj #YPG #DefendRojava 👇👇 ypjrojava.net/?p=22417 ypjrojava.net/ar/?p=24508 ypjrojava.net/en/?p=24018

1ê Mijdarê meşa YPJ ê xwedî derketina li dîrokê ye #ypj #YPG #DefendRojava

Ji Raya Giştî ya Cîhanê û Gelê Me yê Welatparêz Re Dîrok ne tenê şahidê serdemên tarî ye, di heman demê de şahidê berxwedana ku tarîtiyê parçe jî dike ye. Kobanî, di bîra mirovahiyê de ne tenê bajarek e; ew xeta berxwedana rûmetê ye, qada ku jiyanê li ser mirinê bi ser xistiye û keleha berxwedana bêhempa ya YPJ'ê ye. Di salên ku pêlên tarîtiyê li cîhanê rabûn û çeteyên hov xwestin mirovahiyê têk bibin, Kobanî bû cihê ku stêrka azadiyê ji nû ve lê hilat. Li ser kolanên ku bi xwîna lehengan hatin rengînkirin, îradeya jina azad nîşan da ku tu desthilatdariya tarî nikare li hemberî daxwaza jiyana azad bisekine. Weke ku Arîn Mîrkan bi çalakiya xwe ya fedayî bircên vî bajarî kirin stargeha ronahiyê, fermandar û hevrêyên leheng ên wekî Gêlhat, Diyar Bagok, Rêvan, Herdem, Destîna qendîl , viyan Peyman, zehra û Îvana hûvmên jî bûn sembolên vê têkoşînê. Îro jî her jineke YPJ'ê li ser wê şopa pîroz dimeşe. Ya ku berxwedana Kobaniyê kir destaneke bêhempa, yekîtî û hişmendiya neteweyî ya gelê me bû. Di wê serdema dîrokî de Kobanî ne tenê bi qehremaniya xelkê xwe, bi helwesta bi rûmet û tevlêbûna bi coş a keç û xortên ji her çar parçeyên Kurdistanê (Bakur, Başûr, Rojhilat û Rojava) ve bû sembola yekîtiya neteweyî. Ji Serhedê heta Botanê, ji Germiyan û Hewlêrê heta Mehabad û Sineyê, bi taybet jî piştgirî û serhildana gelên Bakurê Kurdisanê ya ku bi rojan li ser sînor dewam kirin bi hezaran dilxwazên azadiyê sînorên xêzkirî parçe kirin û mil bi milê şervanên YPJ û YPG'ê li dijî tarîtiyê şer kirin. Ev helwest nîşan da ku dilê Kurdistanê li Kobanê bi hev re lê dide. Di heman demê de, Kobanî bû wijdana cîhanê. Di 1'ê Mijdarê de, dema ku gelên cîhanê ji Parîsê heta Berlînê, ji New Yorkê heta Abya Yalla Tokyo heta Amed û Qamişloyê daketin qadan û gotin "Em hemû Kobanî ne", wan nîşan da ku berxwedana Kobaniyê ne tenê ya Kurdan e, berxwedana tevahî mirovahiya azadîxwaz e. Ew piştevaniya gerdûnî bû hêza ku tarîtiya DAIŞ'ê şikand. Weke Yekîneyên Parastina Jin (YPJ), di 1'ê Mijdarê Roja Kobaniyê ya Cîhanî de em careke din tekez dikin ku berxwedana Kobaniyê bingeha serkeftina gelên me û îspata yekîtiya me ya azad e. Vê destanê nîşan da ku jinên bi felsefeya "Jin, Jiyan, Azadî" xwe bi rêxistin dikin û gelê me yê ku li çar parçeyên Kurdistanê li dora vê xetê bûye yek, dikare çarenûsa sedsalekê biguherîne. Li ser vê bingehê, em li hemberî bîranîna hemû şehîdên xwe yên leheng ku canê xwe dan da ku em îro bi serbilindî li ser vê axê bijîn, bejna xwe ditewînin. Soza me ji bo şehîdên me û gelê me yê welatparêz ew e ku em ê heta dawiyê xeta berxwedaniyê biparêzin, destkeftiyên vê axê mezin bikin, yekîtiya neteweyî xurttir bikin û welatê xwe ji her cure tarîtiyê re bikin qada ronahiyê. Bijî Yekîtiya Jin û Gelê azadîxwaz! Şehîd Namirin! Fermandariya giştî ya YPJ’ê 1'ê Mijdarê Roja Kobaniyê ya Cîhanî 1.11.2026 #ypj #YPG #DefendRojava 👇👇 ypjrojava.net/?p=22410 ypjrojava.net/ar/?p=24502

Yekîneyên Parastina Jinê û Lîwaya Hesekê piştî barîna barana zêde û lehiyê li Kampa Waşokani alîkariya penaberên Serê Kaniyê dikin Barîna barana zêde ya ku li herêmê barî, bû sedema lehiyê li beşên Kampa Waşokani, ku penaberên ji bajarê Serê Kaniyê lê dijîn. Ev yek êşa malbatên penaber zêdetir kir û rewşa wan a mirovî zehmettir kir. Di bersivdana vê rewşê de, Yekîneyên Parastina Jinê û Lîwaya Hesekê dest bi belavkirina alîkariyan ji bo penaberên zirar dîtin kirin, da ku êşa wan sivik bikin û di derbasbûna vê rewşa zehmet de piştgiriya wan bikin. Ev gav di demekê de tê avêtin ku hewcedariya zêdekirina hewldanên mirovî û dabînkirina piştgiriya pêwîst ji bo niştecihên kampê heye. Ji ber barîna baranê, cihên rûniştinê yên gelek malbatan zirar dîtine, û ev yek hewcedariya dabînkirina pêdiviyên bingehîn û baştirkirina şert û mercên jiyanê yên penaberan derdixe holê. Ev bûyer balê dikişîne ser êşa domdar a penaberên Serê Kaniyê yên li kampan dijîn û girîngiya xurtkirina bersiva mirovî ji bo parastina ewlehiya wan û dabînkirina hewcedariyên wan ên bingehîn nîşan dide. #ypj #YPG #DefendRojava 👇👇 ypjrojava.net/?p=22402 ypjrojava.net/ar/?p=24494

Ji Bo Raya Giştî û Hemû Jinên Têkoşer Girtina biryara darvekirinê ji bo çalakvan û girtiya siyasî ya jin a Kurd Werîşe Muradî ji aliyê Rejîma Îslamî ya Îranê ve, berfirehiya siyaseta qirkirina jinê û êrîşeke rasterast e li ser îrade û azadîxwestina tevahiya jinan. Dîroka Rejîma Îranê şahidê wê yekê ye ku desthilatdariya paşverû her tim xwestiye berxwedana gelê Kurd û pêngavên rizgariya jinê bi sêdar û tirsê bitebisine. Ji Şêrîn Elemhûlî heta Zeynep Celaliyan û îro jî Werîşe Muradî, siyaseta çewsandina jinên berxwedêr di bingeha hişmendiya vê desthilatdariyê de cîh digire. Vê desthilatdariya ku ji felsefe û dengê "Jin, Jiyan, Azadî" ditirse, îro dîsa dixwaze bi van biryarên dermirovî tolê ji kevneşopiya berxwedanê û ji pêşengên jin bistîne. Lê dîrokê gelek caran nîşan daye ku tu siyasetên tirsandinê û tu sêdar nikarin îradeya jinên ku ji bo azadiyê rabûne ser piyan bişkênînin. Werîşe Muradî îro ne tenê girtiyeke siyasî ye, di heman demê de berdewamiya mîrata berxwedana jinên Rojhilatê Kurdistanê û sembola tekoşîna li dijî paşverûtiyê ye. Êrîş û xetereya li ser jiyana wê, berdewamiya êrîşên li ser destkeftiyên dîrokî yên tevgera azadiya jinan e. Wek Yekîneyên Parastina Jin (YPJ), em vê biryara îdamê û her cûre polîtîkayên darvekirinê bi tundî şermezar dikin. Em radigihînin ku ev siyaset bêhiqûqî ye û xefka faşîzmê ye ku dixwaze paşeroja civakê di taritiyê de bihêle. Em bang li hemû rêxistinên mafên mirovan, saziyên navneteweyî û tevgerên jinan ên cîhanî dikin ku li dijî van cezayên darvekirinê bêdeng nemînin û xwedî li berxwedana girtiyên siyasî derkevin. Bêdengiya li beramberî van sûcan, rê li ber kûrbûna zilma desthilatdaran vedike. Em silavên xwe yên şoreşgerî dişînin bo berxwedana hemû jinên di zindanan de ku kevneşopiya têkoşînê ya dîrokî diparêzin, û em pênase dikin ku em ê di her mercî de bibin deng û parêzvanên maf û têkoşîna wan. Berxwedana jinan a ji bo azadiyê wê tu carî bi darvekirin û zextan paşve venekişe. Bijî Berxwedana Jinan! Na Ji Darvekirinê Re! Jin, Jiyan, Azadî! Fermandariya Giştî ya Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) 21.10.2026 #ypj #YPG #DefendRojava 👇👇 ypjrojava.net/?p=22399 ypjrojava.net/ar/?p=24491 ypjrojava.net/en/?p=24008

Ji bo Raya Giştî û Medyayê Yekîneyên Parastina Jin (YPJ), ku di têkoşîna li dijî terorê û parastina nirxên mirovahiyê de xwedî dîrok û sekneke girîng e, derbarê geşedanên dawî û pêvajoya nû de berî her tiştî gelê me û paşê raya giştî agahdar dike: Di çarçoveya hewldanên ji bo pêkanîna aramiya herêmê û avakirina paşerojeke ewle de, nîqaş û nirxandinên li ser pêvajoya entegrasyonê berdewam dikin. Di vê pêvajoyê de, YPJ wekî hêzeke xweser û taybet cihê xwe digire. YPJ ne tenê hêzeke leşkerî ye, di heman demê de sembola îrade û ked a jinê ye. Ji ber vê yekê, derbarê hûrgiliyên beşdarbûnê û rola YPJ’ê ya di avaniya nû de, li ser bingeha parastina nasname, ezmûn û destkeftiyên jinan, nîqaşên berfireh berdewam dikin. Em wekî YPJ diyar dikin ku di her gavê de xeta me ya sereke parastina destkeftiyên gelê me û mafên rewa yên jinan e. Encamên van nîqaşan dê di demên pêş de bi zelalî ji raya giştî re werin ragihandin. Fermandariya Giştî Ya (YPJ)ê 20/10/2026 #ypj #YPG #DefendRojava 👇👇 ypjrojava.net/?p=22395 ypjrojava.net/ar/?p=24487 ypjrojava.net/en/?p=24004